Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna rûn li Îranê berdewam e û berpirsan ti karek bona çareserkirin wê pirsgirêkê nekirine

11:18 - 8 Çirriya paşîn 2020

Pirsgirêka rûn li Îranê çareser nebûye û sozên berpirsan bi çewt derketine û xelk rastî kêmbûna micid ya rûn hatiye û ew pirsgirêk berdewam e.

Çendîn heftiye ku pirsgirêka kêmbûna rûn li Îranê bi awayê micid heye û xelk bona kirîna rûn di dorên dirêj de radiwestin û bi nirxekî zêde û bi qasekî kêm rûn dikirin, berpirsên rejîma Îranê yên wekî Wezîrê “Pîşe, Kangeh û Ticaret” yê rejîma Îranê û herwisa Endamên Sendikayên rûn sozên cor bi cor bi xelkê re dane, lê heta niha tim bi çewt derketine û pirsgirêka rûn berdewam e.

Yek ji wan sozên çewt, dabîn û dabeşkirina 70 hezar ton rûn li heftiya derbasbûyî de bû, ku heta niha cî bi cî nekirine û pêka bazara rojê tê xuya ku di dikanên bajarê Tehranê de rûnê şil peyda nabe û hekî jî peyda bibe bi qaskî herî kêm e ku bi xelkê re difroşin.

Aboriya îflaskirî ya rejîma Îranê, rojane pirsgirêkên cuda yên hewcehiyên hestiyar yê xelkê li pey xwe ve tîne û tenê karek ku berpirsên rejîmê dikin sozên çewt didin xelkê û şiyana dabînkirina hewcehiyên xelkê û heta birêvebirina welat jî tinînin.