Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna textên razandina nexweşan û alavên hewce pirsgirêka Koronayê dijwartir kiriye

13:31 - 14 Tebax 2021

Kembûna textên razandina pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyan bi taybet li parêzgeha Luristanê û kêmbûna dermanên taybet û kepsûlên oksîjenê, pêketiyên Koronayê li Îran û Kurdistanê rastî rewşeke gelek dijwar û metirsîdar kiriye.

Di nexweşxaneyên Îranê de bi qasa hewce textên razandina nexweşan tinîn û herwisa dermanên taybet bo vîrûsa Koronayê bi zehmetiyan dest dikevin û bi sedema bilindbûna çend qatî ya nirxa wan dermanan gelek caran xelk nekarin bikirin û herwisa hewcehiyeke lezgîn û hestiyar bi kepsûlên oksîjenê heye ku di nexweşxaneyan de dest nakevin.

Pêka girte vîdiyoyên belavbûyî û ragihandinên navxweyê Îranê, vaksenên ku ji welatê Çînê bo Îranê hatine şandin di balafirxaneyan de bo welatê Vênêzoêlayê têne şandin û xelk ji wan vaksenan hatine bêparkirin.

Herwisa hatiye belavkirin ku ji welatê Almaniyayê 10 milyon doz vaksena “Fizer” bi awayê bêberanber hatiye amadekirin ku bo Îranê bê şandin, lê rejîma Îranê îzna anîna wan vaksenan bo Îranê nedaye.

Endamê Komîsiyona Tenduristî û Derman ê meclisa rejîmê “Mihemedelî Musin Bendpêy” gotiye: Rastî eva ye Îran di rewşa krîzî de ye, îro di piraniya nexweşxaneyan de tûşbûyên vîrûsa Koronayê bi sedema nebûna kepsûlên oksîjenê canê xwe ji dest didin, êdî rewiş ji vê yekê ku textên oda ICU kêm in an dermanên “Remdesivir”û demanên din bi sedema bilinbûna nirxên wan nayêne kirin, derbas bûye, xelk niha nikare perê kirina kepsûlên oksîjenê dabîn bike, lewma canê xwe ji dest didin”.

Gotina wî binav nûnerê meclîsa rejêmê di halekê de ye ku rejîma Îranê bi kamiyonên barhilgir bi hezaran kepsûlên oksîjenê bo Îraqê dişîne û nexweş di Îranê de bi sedema nebûna wan kepsûlan canê xwe ji dest didin.

Çendîn encûmen û sendîkayên wekî sendîkaya Derhênerên Sînemaya Îranê bi belavkirina daxuyaniyan seba bikêrnahatina berpirsên payebilind û çewtekariyên Wezareta Tendirutiyê li derheq rûbirûbûn digel belavbûna vîrûsa Koronayê nerizayetiya xwe nîşan dane.

Elî Xamineyî di destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de kirîn û anîna vaksenên bi wec ên Amerîka û Birîtaniyayê qedexe kir ku bû sedem, xelk rastî krîzên herî dijwar bibe û niha rewş bi qasekî dijwar e ku dûbare Stada Lihemberderketin li Dijî Koronayê belav kiriye ku ji roja Duşemî 25ê Gelawêjê heta 30ê Gelawêja sala 1400an a Rojî, Îran dê bê dayxistin.

Berpirsê yekem yê canjidestdana xelkê Îranê bi sedema vîrûsa Koronayê û tevahiya xisarên canî û malî, rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” ye.