Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmiya xizmetguzariyên tendurustî û dermanî li parêzgeha Urmiyê de

15:20 - 30 Nîsan 2015

Kurdistanmedia: Kêmbûna text û îmkanatên dermanî li parêzgeha Urmiyê de girft û astengek mezin ji bo hevwelatiyan pêk aniye.

Li gor raporên nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îranê, Parêzgarê Urmiyê ragihandiye ku serbarê kewinbûna awahiyên nexweşxaneyan, kêmiya îmkanatên weke text jî bûne sedema çêbûna pirsgirêkan bo hevwelatiyan û vê parêzgehê niha hewcehî bi zêdeyî 1000 textên razandinê heye.

Li gor amar û statîstîkên ku niha I ber dest in, di parêzgeha Urmiyê de heya dawiya sala 1394\'an hewcehî bi 5000 textên nexweşxaneyê heye.

Ji ber nebûna dahata hewce, hevwelatî bi pirsgirêkên saxlemiyê ber bi rû dibin û li piraniya haletên nesaxiyan de ji ber nebûna alavên pizîşkî cane xwe ji dest didin.

Meseleya nebûna nexweşxane û îmkanatên pizîşkî Ili parêzgehên Kurdistana Rojhilat de bûye pirsgirêkeg mezin micid bo hevwelatiyan û berpirsên rejîma Îranê jî tu gavên hewce jêre hillnagirin.

Li vê derheqê de, mala werzişî a bajarê Urmiyê kirine beşa zayîna jinan.

Di sala borî de hevwelatiyên Îranî û bi taybetî yên kurd I parêzgehên kurdakincî ên Îranê de ji bo bidest xistina dermanê nesaxiyan bi pirsgirêk û astengên zaf re ber bi rû bûne.

Eve jî di halekê de ye ku rejîma Îranê, li welatên weke Îraqê de mijûlê avakirina nexweşxaneyan e.