Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kerbidestên rejîmê ji teqîna şeva derbasbûyî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê agehdar nînin

11:53 - 16 Kanûna Paşîn 2022

Pêka nûçeyên belavbûyî, nîveşeva Yekşemê 26ê Befranbarê teqînek bihêz qewimî û Îran û Rojhilatê Kurdistanê hejand.

Karbidestên rejîmê li derheq wê teqîna bihêz ku şeva derbasbûyî li demjimêr 12ê nîveşevê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê qewimî ku li nêzî 50 bajarên wekî “Kirmaşan, Sine, Hemedan, Kamêran, Ciwanro, Pawe û Selasa Bawecanî û…hwd” hejandina ti zaniyariyek nînin û her carê basa tiştekê dikin.

Di vê derheqê de “Fermandarê” bajarê “Esedabad” yê girêdayê bajarê “Hemedan”ê, “Seîd Kitabî”, gotiye “di destpêkê de min wusa his kir ku dengê ewir û birûskan e, lê wusa nebû û piştî lipeyketina me ti tiştek wusa nehate peydkirin”.

Herwisa nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê û Spaha Pasdaran di vê derheqê de belav kirine ku Spaha Pasdaran manorek bo ceribandina dije mûşekên esmanî encam daye.

Herwisa, Berdevê Komîsyona Ewlehiya Netewî ya rejîma  Îranê “Mehmd Ebaszade”, jî gotiye “lipeyketinên me bê encam mane û em hêj nizanîn sedemên sereke çi bûye.”

Heta niha rejîmê bi awayê fermî xwe ji dana zaniyariyan li derheq wê teqînê parastiye.