
Kurdistanmedia: Ajansa nûçeyan a Spaha Pasdaran “Farsnews”ê di gotarekê de kunsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê bi “pêkanîna tevlîheviyan li Kurdistanê” tometbar dike.
Di vê gotarê de tevî êrîşa ser kunsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, weke xû û `edetê wan ê hertimî, êrîşî ser Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî hatiye kirin û bi derew û xapînkariyê, hin risteyên nerast li pey hev rêz kirine, û bi xeyala xwe dixwazin ziyanê bigihînin tevgera mafxwazî a Kurdan. Ew behsa serdana vê dawiyê a birêz Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ ji bo Amerîkayê dikin û bi vî karê xwe, hewleke stewr û nezok bi kar tînin da ku tevgera Kurdan li Rojhilat weke alava destên Amerîkayê binav bikin. Di vê derbarê de ajansa nûçeya a “Kurdpa” di gotûbêjekê de bi Kerîm Perwîzî endamê Desteya Kargêriyê a PDKÎ re nerîna vê partiyê di vê derbarê de pirs kir.
Vê ajansê ji Perwîzî pirs kir ku “Îran îdiayê dike ku îsal PDKÎ bi handana Amerîkayê dest bi çalakiyên berfirehtir li Rojhilat kiriye. Nerîna we çi ye? Rêzdar Perwîzî bi vî rengî bersiv da: “Rejîma Îranê, hertim çalakiyên xelkê Îranê û bi taybetî xebata Kurdan ji bo dabînkirina mafên siruştî, weke alava destên biyaniyan binav dike û ev jî tiştekî nû nîn e û ev çil sal in van piropagandayan dikin. Berê jî xebata Kurdan weke handayî ji aliyê empiryalîzm, Sehyonîzm û Yekîtiya Sovyet û … binav dikir di demekê de ku tevahiya van eniyan dijberên hev bûn.
Ji destpêka “Rasan”ê ve jî, carna digotin alava destên Erebistanê ne, hin caran bi handayiya Îsraîlê binav dikirin, û niha jî dev davêjin Donald Trump û dixwazin destdirêjiyên xwe bavêjin stûyê wî.”
Vî endamê Desteya Kargêriyê a PDKÎ bersiv da vê pirsyarê ku gelo wê Amerîka piştevaniya çalakiyên PDKÎ bike yan na, got ku em ji dewlet, netewe û saziyên sivîl ên Amerîkayê û welatên demokrat ên cîhanê û ji xemxorên azadî û wekheviyê dixwazin ji bo dabînkirina azadiyê piştevaniya me bikin. Mixabin heya niha dewleta Amerîkayê piştevaniyeke ciddî ji xebata Kurdan li Kurdistana Rojhilat nekiriye. Divê Amerîka û dewleta wê ji bo dabînkirina azadî û aştiyê alîkariya gelan bikin û em ji ber vê, wan rexne dikin. Di vê derbarê de jî Amerîka yan jî her welatekî din piştevaniya me bike, emê pêşwaziyê li vî karî bikin. Herwisa got jî ku ew hêvî dikin Kunsûlxane û Wezareta Derve a Amerîkayê û welatên din jî, piştevaniya siyasî bidin xebata Kurdan li Kurdistana Rojhilat. Perwîzî got jî ku “Em bixwe pilana tevgerên hêza pêşmerge, taktîk û stratejiya siyasî û çekdarî datînin û ti kesek, van ji me re destnîşan nake. Armanca wan ji îdia û piropagandayên bi vî rengî ev e ku ji mijara serke dûr bin ku pirsa neteweyan li Îranê ye û Komara Îslamî jî çavkaniy tevahiya zehmetiyên jiyana xelkê Îranê ye.”