Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî siyasî yê Rojavaya Kurdistanê serdana Partiya Demokrat kir

13:04 - 23 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Kesayetiyê siyasî yê Rojava Kurdistanê serdana PDKÎ kir, û li ser çendîn pirs û mijaran nîqaş kirin.

Roja Duşemî rêkefta 2`ê Banemerê, “Dr. Kemal Seiydo” berprisê beşa Rojhilata Navîn, li saziya Berevanîkirin ji Gelên ku ketine metirsiyê de, li welatê Alamaniyayê, û kesayetiyê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê, serdana Desteya Kargêrî a PDKÎ kir û ji aliyê heyeteke Partiya Demokrat bi serperesetiya Hesen Şerefî, cihgirê yekem yê Lêpirsyarê giştî yê hizbê pêşwazî jê hate kirin.

Di vê civînê de, du aliyan komek pirs û mijarên derheq pirsa Kurd li Rojava û Rojhilata Kurdistanê nîqaş kirin, û îşare bi siyasetên welatên zal li ser Kurdistanê kirin û siyasetên serbixwe yên partiyan bo bi destveanîn û parastina mafê neteweya Kurd wekî sedemeke girîng bo ber bipêşvebirina pirsa Kurd dane zanîn.

Herwisa di vê civînê de, “Dr. Kemal Seiydo” îşare bi siyasetên dirust yên şehîd “Dr. Qasimlû” yên derheq destêvernedan di parçên din yên Kurdistanê kir û got: Hewceye Kurd di her çar parçan de ji vê siyasetê pêrewey bê kirin.

Herwisa di vê civînê de, tevî siyasetên navdewletî ku li ser bingeha berjewendiyan hatiye avakirin û girînge ku Kurd jî siyasetên xwe bo berjewendiyên bilind yên neteweya xwe diyarî û pêreweyî jê bike.

Di dawiya vê civînê de, “Dr. Kemal Seiydo” spas ji pêşwaziya germ a PDKÎ kir.