Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesekî Îranî bisûça pîlana terora balyozê Erebistana Seûdî li Amîrkayê, 25 sal girtin hat mehkumkirin

16:46 - 31 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Mensûr Erbab Siyar hevwelatiyê Îranî, bisûça dariştina pîlana terora balyozê Erebistana Seûdî li Amrîkayê, ji aliyê dezgeya dadweriya Nîuyorkê bi 25 sal girtin hat mehkûm kirin.

Erbab Siyar sala bûrî bi tawana hewldan bo terora balvêzxana Erebistanê ji aliyê polîsê Amrîkayê hat girtin û di encam de ji aliyê dezgeha dadweriya Amrîkayê zîndan bo derkevt.

Mensûr Erbab Siyar hemwelatiyê Îranî Kanadayî ku derheq hewildana bo terora balyozê Erebistana Seûdî bi alîkariya Sipaha Quds a Îranê hatibû tometbarkirin, bixwe îtiraf bi vê hewildanê kir.

Li gorî nûçeyan, navbirî li bersiva dadwer Can Kînan de ku jê pirs kiribû: “ Gelo ew yek rast e ku we ji nêzîkî Buharê heya payîza sala 2011’an di gel hevkarên xwe ku berpirsyarên komara Îslamiya Îranê bûn, hewil daye ku balyozê Erebistana Seûdî teror bikin?”. Wî jî bersiva erênî daye vê pirsyara dadwer.

Hukmê dadgehê roja 23’ê Janwiyê wê bê derkirin û renge navbirî aliyê zor bi 25 sal hepsê were mehkumkirin. Navbirî li meha Septambera sala 2011’an li balafirgeha Can Êf Kênêdî li Niyoyorkê de hate destbiserkirin.

Hikûmeta Amrîkayê hevdem kesek bi navê Xulam Şekurî welatiyê Îranî ku piştre derkevt endamê Sipaha Pasdarane, bisûça terora balyozê Erebistana Seûdî hat zanîn.

Her divê pşywendiyê de dewleta Amîkayê û Kanada yê 5 kes Îranî pêwendî bi terora balyozê Erebistana Seûdî xiste nav lîsta ambergoyan de.

Rejîma Îslamiya Îranê li dijkiryarkê de ragehand, Mensûr Erbab Siyar tu pşywendiye gel me nine.

Eva di demekê de ye Mensûr bixwe îtiraf bi vê hewildanê kir