Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêşeya Xak

19:23 - 23 Gulan 2020

Kerîm Perwîzî

Di vê Rojhilata Navîn ya pirteqînewe û xak mînrêjkirî de, dehan cureyên mînên dijîmirov û dijîcivakî û dijîxwezayê bi destên kesên serberedayî û bi destê koloniyalîstan hatine çandin, ku ger tu bi hestiyarî ve pêngavan hilnegrî, her bîstekê renge mînek di bin piyên te de biteqe.

Ya ku kultura carr a siyasî û civakî ye di vê Rojhilata Navîn de, pêk tê ji yektir qebûlnekirin û nehêştina nasnameyên cuda û hewla dagîrkirina nîştiman û dagîrkirina riha hevdu.

Cuda ji hemî kêşeyan, di vir de kêşeyeke bingehîn heye, ku pêk tê ji kêşeya xak û nîştimanên cuda.

Bi sedema salên dûr û dirêj ên şer û êrîşa qewm û eşîr û qebîleyên curbicur hemû Rojhelata Navîn pir bûye ji alozî û tevliheviya neteweyî û tayifî, û li cihên weha de, di nava dilê  nîştimana neteweyekê de, beşek ji neteweyeke din heye, ku ecêb xûya dike, ku gelo ew ji kuderê ve hatine wir!.

Kêşeya nîştiman û xakê kêşeyeke mezin e, û şer û kuştareke zaf li ser hatiye kirin, û ne tenê çareser nebûye, belku aloztir jî bûye. Bo mînak Kerkûk li Kurdistana Başûr wek mîneke zamindar e ku her bîstekê egera teqîneke din a wê heye.

Di Kurdistana Rojhelat û li raserî Îranê de jî, kêşeyên bi vî rengî zêde ne. Têkelawiya Kurd û Tirkên Azerî, Kurd û Fars, Kurd û Ereb û herweha Belûç û Fars, û yan Tirkên Azerî û Fars, û Fars û Turkemen û dehan xalên nakok ên din, li cihên cuda, her yek ji wan nuqteyeke metirsîdar a siberojê ne, ku wê kêşe li ser çê bin.

Di van rojan de kesên weha hebûn ku dubare hêcet li PDKÎ girtin ku çima dibêje parêzgeha Azerbaycana Rojava “Parêzgeha Urmiyê”, û çima îdiaya xaka Azerbaycana Rojava dike?!

Ya ku di siyaset û bernameya PDKÎ de zelal e, qet timayiya xaka tu neteweyeke din nekiriye, lê li ser nîştimana Kurd jî pêdagir e. Li cem PDKÎ parêzgehek ku Komara Îslamî navê Azerbaycana Rojva daniye ser, niha tenê Kurdnişîn nine, belku Kurd û Tirkên Azerî û Ermenî û Asûrî û xelkê din tê de dijîn.

Siyaseta PDKÎ bo diyarîkirina sînorê Kurdistanê pêk tê ji du pîvanên sereke ku ew jî coxrafiya û xwesta piraniya akinciyên wir e.

Eva PDKÎ navek ku Komara Îslamî li ser parêzgehan danîbe qebûl nake asayî û xwezayî ye, jiber ku Komara Îslamî hewla helandina nasname û şêlûkirin û têkdana rastiyan dide.  PDKÎ bawerî bi xebata pêkve ya neteweyên zulmlêkirî heye, û hewlê jê re dide, lê qet çavê PDKÎ li xaka neteweyên din nine, û ne jî çavpoşiyê ji nîştimana Kurdistan dike.