Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kinya du endamên Sipaha Qudsê bi sûça tekuşîn bo kerê terorîstî bi hebsa ebedî hatin ceza kirin

13:32 - 7 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Dezgeha dadweriya welatê Kinya yê du Îranî endamê Sipaha Pasdarnê bi tawana tekuşîn bo encam dana kerê terorîstî bi girtina ebedî mehkum kirin.

Nûçegehaniya Rutêrz bilav kir, Ehmed Ebulfethî û Mensûr Mûsewî bi sûça 15 kîlo medeya teqînewe a “Ar. Dî. Îs” bo encama dana kerê terorîstî li welatê Kiny yê hetin binçav kirin û paşan hukma zîndana ebedî li ser wan het sepandin.

Çend roj berî niha nûçegehaniya Almanê bilav kiribû, ew du endamê Sipaha Quds ku li Kinya yê hetibûn girtin û bi 15 salan hetine ceza kirin.

Li rewta pêdeçûn bi doza ew du tawanbarane bi hebsa ebedî hetine mehkum kirin.

Çend roj berî niha Polîsê Kanada yê du kes kirêgirtiyên Elqaîdê hatine binçav kirin, ku pîlana kuştina sernîşînên şemendeferekî musafirî hebûne.

Karbidestên ewlehî yê Amrîkayê ragehand, Şehîb Elsexîr yek ji sûçdarên serekî yê dariştina pîlana terorîstiya Kanada yê bi berdewamî serdana Îranê kiriye.