Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêgirtiyeke rejîma Îranê li Sayîn Qelayê hat kuştin

16:30 - 5 Nîsan 2014

Kurdistanmeida: Dest û pêwendiyeke rejîma Îslamî ya Îranê û endamê îdareya Îtilata wê rejîmê, li gundê “Mehmûd Cix” hat kuştin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, yek ji endamên Sipaha Pasdaran û îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê bi navê “Mihemed Pûrmuxtarî” demimêr 1 şevê roja Çarşemî 2’ê Nîsan a 2014’an, ji aliyê hinek kesên nasnekrî ve hat kuştin.

Li gor vê raporê, kirêgirtiyê han xelkê gundê “Daşkistan” û rûniştiyê gundê “Mehmûd Cix”a ser bi bajarê Sayîn Qelayê bû.

Ew endamê Sipaha Pasdaran li heberî deriyê mala xwe ji aliyê kes an kesên nasnekirî ve hat kuştin.