Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

kirêgirtiyên Elqaîdê li Îranê, neqşa wan li pîlana terorîstiya Kanada yê hebûye

17:01 - 23 Nîsan 2013

kurdistanmedia: Polîsê Kanada yê ragehand, du kes kirêgirtiyên Elqaîdê hatine destbiser kirin, ku pîlana kuştina sernîşînên şemendeferekî musafirî hebûne.

Bi gotina polîsên Kanada yê Şehîb Elsexîr û Raîd Casir xwastine şemendeferek li devera Turinto a Kanada yê li ser rêyîlê derxînin.

Sûça ew her du kesane ji aliyê nawenda dadweriya Kanada yê hewldan bo kuştina xelkê sivîl ragehand.

Polîsê Kanadayê li konferansa rojnamevaniyê de ragehandiye, sûçdarên han kirêgirtiyên Elqaîdêne û akinciyê welatê Îranê ne.

Bi gotina polis, heya niha eşkere nebûye ku ew her du kese ji aliyê rejîma Îranê an aliyek din bernamerêjî wan re hetiye kirin.