Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

kirêgirtiyên rejîmê li bajarê “Ciwanro”yê ji navê PDKÎ bi qazancên xwe mifahên xirab werdigirin

16:46 - 29 Çirriya paşîn 2020

Pêka nûçeya ku gehiştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, li gundê “Zêran” yê ser bi bajarê “Ciwanro”yê caş û kirêgirtiyên rejîmê bi navê “Pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” daxwaza alîkariyê ji welatiyan dikin.

Herwisa ew caş û kirêgirtiyane bi navê “Pêşmergên PDKΔ li gundê “Zêran” û derdorên wê deverê digerin û li hest û soza ku xelkê li PDKÎ heye bo mebestên xwe yên xirab mifahê werdigirin û ji wê rêyê ve hewl didin ku endam û alîgirên Hizbê bixine telikê de.

Em bo agehdariyê bi raya giştî re radigehînin, ku ew kesane ti pêwendiyek bi Parta Demokrat a Kurdistana Îranê re nîne û tenê armanca wan xirabkirin û lawazkirina pêgeha Hizba Demokrat li nev xelkê Rojhelatê de ye, herwisa daxwaz li xelkê wan deveran dikin ku bi ti awayekê alîkariyê bi wan re nedin û xwe li wan dûr bigirin.