Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirî: Li êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê 10 welat yarîderê me dibin

16:36 - 6 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Wezîrê derve yê welatê Amrîkayê ragihand, 10 welat li êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê yarîderê me dibin.


Can kirî ji nav anîna wan welatane xwe parast, lê nûçegihaniya Ruêtêrz bilavkir, Feranse û Turkiye ji wan welatane ne ku yarîderê Amrîkayê dibin.
Piştire Parîs û Ankara helwêstên xwe pêwendî bi Sûriyê yek anî kirine û ragihandibûn heya vêde birina yekcariya Beşar Esed, emê hewl xwe bidin.
Her di vê pêwendiyê de wezîrê derve yê Amrîka ragihandiye, êrîşa leşkeriya me bo ser Sûriyê dij kiryara Rûsiyê lê nekeve.
Her du welatên Îran û Rûsye piştî helwêsta Amrîka bi hinceta êrîş bo ser Sûriyê, dijayetî ragihandine.
Can Kirî ewa jî xiste ber gotinê, dewleta Rûsye ragihandiye, Sûriyê di vê astê de nine ku em xwe mêjûl wê bikin.