Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîna goştê mirîşkan û destnekevtina wê nerizayetiya xelkê Urmiyê li pey xwe aniye

11:05 - 29 Çirriya pêşîn 2021

Bazara goştê mirîşkan li parêzgeha Urmiyê aloz e û goştê mirîşkan her rojê bi nirxekê tê firotin û hin caran jî goştê mirîşkan dest nakeve.

Aloziya bazara goştê mirîşkan tevî destnekevtina goşt pirsgirêka bilindbûna nirx û cudatiya wê nirxê li cihên cuda de heye, lewma xelk ji wê rewşê nerazî ne û berpirsên rejîmê jî di wê parêzhgehê de îdia kirine ku ew aloziya bazarê bi sedema firotina mirîşkan bo derveyî wê parêzgehê ye û hin caran jî bi sedema nexweşbûna mirîşkan e.

Welatiyan li bajarê Urmiyê dane zanîn ku 1 kîlo goştê mirîşkê çend heftî berî niha 24 hezar Tumen bû, lê niha bûye 30 hezar Tumen û gelek caran bi wê nirxê jî dest nakeve.

Herwisa welatiyan ragihandine ku nirxa goştê mirîşkan her heftiyê bi nirxekê ye û li her markêtekê de nirxeke cuda heye û rejîm ti çavedêriyekê li ser wan nirxan nake.

Berpirsên rejîma Îranê li parêzgeha Urmiyê îdia kirine ku hewla xwe bo kontrolkirina nirxa goştê mirîşkan didin, lê gotinên wan çewt in û bi sedema neşiyana wan xelk ji wê rewşê bêzar bûne.