Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Kiyanûş Rostemî” bi heştega “Kurd û Kurdistan”ê nerizayetiya xwe li rejîmê daye xuya

13:13 - 1 Tebax 2021

Werzişvanê Kurd ê xelkê bajarê “Kirmaşan”ê “Kiyanûş Rostemî” di rûpela xwe ya tora civakiya “Instagram”ê de nivîsandiye: “Pîrozbahiyê dibêjime we û we rê neda ku ez careke din xelata olempîkê bi dest xwe ve bînim”, kê bersivdere?

Ew werzişvanê Kurd bi bê vê yekê ku ti tişteke dinê binivîse, heştega “Kurd û Kurdistan” ê li ser rûpela xwe ya “Instagram”ê nivîsîye.

Werzişvanên Kurd û kêmîneyên din di Îranê de bi sedema siyasetên rejîma Îranê di werzişê de her tim tûşî pirsgirêkan bûne.

Rejîma Îranê îznê nade ku werzişvanên Îranê digel werzişvanên Îsraîlê kêbirkêyan encam bidin.

Navbirî berê bas ji vê yekê kiribû ku, berpirsên bajar bi tenê bo wênegirtinan pêşwazî jê dikin lê dema ku min karek bi wan hebe dibe 10 rojan li ber deriyê odeyên wan bisekinim.

Werzişwanê Kurd “Kiyanûş Rostemî” ku xelkê bajarê “Kirmaşan”ê ye, di asta cîhanê de çendîn xelat bi dest xistine.