Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

KMMK-G bo Ehmed Şehîd: Piraniya lidarvekirinên Îranê ser bi natewên xincî Farsê Îranê ne

15:46 - 5 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Komeleya mafê mirov ya Kurdistan di nameyekê de bo Ehmed Şehîd rêportêrê taybet yê encumena mafê mirov yê saziya Netewên Yekbûyî (NY) bo pêvajoya mafê Mirov li Îran, lidarvekirina tekoşerên Kurdî protesto kirin.

Beşek ji vê namê ku nusxeyek bo malpera “Kurdistanmedia” gehiştiye bi vî awayî ye:

Rejîma Îslamî ya Îranê berwara 4’ê Çiriya Paşîn 2013’an Şêrko Muarifî çalakvanê siyasî yê Kurd li girtîgeha Seqizê li Kurdistana Îranê bidarbekirin.
Şêrko Muarifî bi cezaya “Muharibe” ji rêya “Endambûn li yek ji partiyên Kurdî” 5 sal berî niha ji aliyê dozgeriya Înqilaba Îslamî ya bajarê Seqizê ve cezaye bidarvekirinê bi ser de hat sepandin.
Bi lidarvekirina Şêrko Muarifî, hejmara îdmakiriyan di 6 rojên derbas bûyî de gehîşte 37 kes ku 11 kes ji wan Kurd û bi piraniya natewên jêr estema Îranê weke Belûç, Kurd, Ereb û Azarî pêk tên.
6 girtiyên din ên Kurd bi taybet “Zanyar û Luqman Muradî” tirsa lidarvekirinê li ser.
Beravajî soz û axavtinên dewleta nû, Rûhanî bi ramnca firêwdana bîr û raya navdewletî li ser pirsa wizeya navekî, şepola lidarvekirinê dom dike û piraniya qurbaniyên bidavekirî ser bi netewa xincî Farsên Îranê ne.
Komeleya mafê mirov ya Kurdistana Îranê – Jinêv, daxwaz ji rêportêrê taybet yê encumena mafê mirov yê saziya Netewên Yekbûyî (NY) dike, dijkiriyar li ser lidarvekirina çalakvanên Kurd bi taybat Şêrko Muarifî nîşan bide û helwêst bê girtin.
Komeleya mafê mirov ya Kurdistana Îranê – Jinêv, her wusa daxwaz ji girupa 5+1 kiriye ku bêdengî li ser pirsa bidarvekirin di Îranê bebişkîne û pirsa mafê mirov li çarçoweya gotubêjan tevî rejîma Teranê de biguncînin.