Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolber û kasibkarên devera Newsûdê dane ber gulleyan

21:08 - 27 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: hêzên ser sînor (Hengê Merzî)ên devera Perwînî a bajarê Newsûdê kolber û kasibkarên Kurd dane ber gulleyan
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hejmarek ji kasibkar û kolberên devera Newsûdê li cihekê bi navê “Perwînî” roja çarşemî 26’ê Hezîrana 2013’an, kevtine ber boseya hêzên Hengê Merziyên bajarê Pawê.
Hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê ew kolber û kasibkarane dane ber gulleyan û piştre dest danîne ser hemî kelupelên wan. Di encama wê destdirêjiyê de10 ser hespên wan kolberane hetin kuştin.
Ev kolberane tenê bi mebesta dabînkirina xercê jiyana xwe dest dane wî karê ku gelek caran canê wan kolberane jê distîne û cihê jê hûrbûna vê diyardeya kuştinê li vir de ye ku li gor benda “A” li mada 2’ya yasa qaçaxa Kalayan rejîma Îranê, eger her kalayek kêmtir ji yek miliyon tûmen buhayê wê hebe eva nakeve çarçoveya kelûpelên qaçax û cezaya wê tunye.