Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberê birîndarbûyî bi sedema kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da

17:33 - 20 Nîsan 2022

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye ku, êvara roja Sêşemê 30ê Xakelêwe, “Areş Nûrî” kolberê birîndarbûyî yê xelkê gundê “Kelaşî Lûlim” yê girêdayî bajarê “Ciwanro”yê bi sedema kûrahiya birînên xwe li nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê “Kirmaşan”ê canê xwe ji dest da.

Kurdpayê daye zanîn, ew kolberê temen 30 salî, roja Sêşemî 30ê Xakelêwe bi teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê “Newsûd”ê hatibû birîndarkirin û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê “Kirmaşan”ê hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn.

“Areş Nûrî” kurê “Baram” xêzandar û bavê zarokekê ye.

Di vê derheqê de roja Duşemî 29ê Xakelêwe, kolberek din yê bi navê “Silêman Îbrahîmzade” temen 37 salî û xelkê gundê “Binûxelefî” yê girêdayî bajarê “Serdeştê” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê “Bêtûşe” yê wî bajarî canê xwe ji dest da bû.

“Silêman Îbrahîmzade” bi sedema teqeya hêzên leşkerî demûdest canê xwe ji dest dabû.