Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

16:13 - 28 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Bi Teqeya rasterast ya hêzên leşkerî ên Sipaha Pasdaran a Rejîma Îslamî ya Îranê di devera sînorî a bajarê Urmiyê de kolberekî din yê Kurd hate kuştin. Herwiha hêzên rejîmê di bajarê Pawe de jî dest bi ser kelûpelên kolberan de girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media,di rojên borî de, hêzên leşkerî yên Yekîneya Sînorî ya Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê di devera sînorî a “Sêro” a ser bi bajarê Urmiyê de, karewaneke kolberan xistine ber destdirêjiya teqeya rasterast û di encamê de, kolberekî Kurd bi navê “Xusro Emînzade” xelkê gundê “Zîndeşt”ê ser bi bajarê Selmasê jiyan xwe ji dest da.

Tê gotin, hevwelatiyên Kurd yên di deverên sînorî de, ji ber xizanî, belengazî û nebûna kar û pêşeyeka jêhatî, bera xwe dane karê metisîdar yê kolberiyê, ku pir carî ew çavkaniya bijîva jiyanê bi nirxa wundakirina jiyanê bidest dikewe.

Li gor madeya 7 a yasaya bikaranîna çek ji aliyê çekdarên rejîma Îranê, pêştir dibe haydar (hişyar)kirin bi kesê/a tawanbar yan gumanbar bihê kirin, eger encamek nabe di qonaxa dûre dibe teqeya heway lê bê kirin, û eger teslîm nebû li navqedê jêrtir bihê hingavtin, yanî dibe ku tenê ji lingên wî bihê xistin.

Eva li halekê de ye ku kolberên kurd bi bê tu haydarkirineka hêzên leşkerî ji aliyê wan ve dikewine ber teqeya rasterast û jiyan ji wan tê standin.

Herwiha di rojên derbasbûyî de jî, hêzên leşkerî yên Yekîneya Sînorî a Sipaha Pasdaranê di “Newsûd”a ser bi bajarê “Pawe”, bose ji bo kolberan danabûn û teqe ji kolberan kirin û dest bi ser kelûpelên wan de jî girtibûn.

Li gor vê raporê, di demên 3 mehên destpêka Îsal de, 13 kolber bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên rejîmê di sînorên Kurdistanê de hatine kuştin û birîndarkirin, û ji vê hejmarê jî, 8 kes ji wan hatine kuştin û 5 kesên din jî birîdar bûne.