Sepandina siza û binçavkirina çendîn welatiyan li bajarê Pîranşar, Melekan û herwisa li bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ye rêjîmê ve.
Pêka rapora “Kolbernews”ê “Zanko Îranzade”yê temen 32 salî û “Omer Şerîfpûr” ê temen 23 salî yên xelkê gundê “Qelareş”ê ser bi bajarê Serdeştê û herwisa “Ferengîs Fethî û keça wê ya bi navê Ekrem Koxiyan” ên xelkê şehreka Welîesir a bajarê Melekanê ji aliyê hêzên hov ên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihên nexuya veguhastine.
Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan, ti zanyariyek li ber dest nîne.
Pêka rapora “Hengaw”ê, dadgeha rêjîmê li bajarê Pîranşarê, bi ser hev 16 sal heps, bi ser 4 welatiyên xelkêwî bajarî de bi wî awayî sepandiye: “Osman Dilsoz” ê temen 66 salî, 2 sal girtîhgeh, “Solêyman Salik” ê temen 73 salî, 10 sal girtîgeh, “Hejar Dilsoz(Ebdulrehîm)” ê temen 30 salî 2 sal girtîgeh û “Akam Xizirzade” yê temen 30 salî, 2 sal girtîgeh”.
Pêka vê raporê ew 4 welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê bi tohmeta “endametî li yêk ji hizbên Kurd” hatine binçavkirin.