Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li bakûrê Xezê careke din dest pêkir

11:14 - 13 Gulan 2024

Li halekê de ku bakûrê Xezê ji aliyê Artêşa Îsraîl ve bi tevahî hatibû kontrolkirin, careke din milîsên Hemasê li vê deverê de şer dest pêkirine û şereke giran li navbera Artêşa Îsraîl û Hemasê de qewimiye.

Milîsên Hemasê li bakûrê Xezê de careke din xwe rêkxistin kirine û şerekî giran digel Artêşa Îsraîlê dest pêkirine, ew yeka li halekê de ye ku li devera Refehê de li başûrê Xezê, şer û pevçûn berdewam e û Artêşa Îsraîlê cehda jinavbirina Hemasê li vê deverê de dide.

Pêka rapora nûçegihaniya Firansê, balafirên şerker û topxaneya Artêşa Îsraîlê devera “Cebeliye” û devera  “Zeytûn” li rojhilatê bajarê Xezê kirine armanc û pêka zanyariyên belavbûyî li devera Cebeliyê de Artêşa Îsraîlê bi tundî ew devere kiriye armanc.

Herwisa Berdevkê Artêşa Îsraîl, “Daniyêl Hegarî” jî ragihandibû ku balafirên şerker ên Îsraîlê piştî derkevtina xelkê medenî li devera Cebeliyê, ew dever kirine armanc.