Sadiq Zîbakelam mamostayê zanîngehê û şirovekarê siyasî û nivîskar, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate destbiserkirin, û bi armanca kêşana hikmê 18 meh girtina ku bi ser de hatibû sepandin, bo girtîgehê hate veguhestin.
Dezgeha dadweriya rêjîmê ragihandiye ku Zîbakelam bi sûçê teblîx bi dijî rêjîmê, bi 18 meh girtinê hatiye sizadanê.
Ji bilî sizayê 18 meh girtinê, herwisa navbirî bo heyamê 2 salan ji xebata siyasî û li derkevtina Media û torên civakî jî hatiye bêparkirin, û herwisa ji mafê mamostayetiya Zanîngehê jî hate bêbarkirin û derêxistin.
Dawî Pirtoka Sdiq Zîbakelam bi navê “Çima we nagirin û dawiyê dê çilê bêt” hefteyekê berî niha hate çap kirin ku qirar bû roja Şemiyê, anku hemen roja ku ev bo girtîgehê hate hinartin, di merasimekê de bête nasandin.
Li pêvajoya xwenîşandan û nerizayetiyên Befranbara sala 1396 an, Sadiq Zîbakelam di hevpeywînekê de, gotibû “ Ger Rêfrandomek li Îranê de birê ve biçe, pitir ji %70 xelkê deng nadne rêjîma komara îslamî” her lewma ji aliyê dadgeha rêjîmê ve 18 meh girtin bi ser de hate sepandin.