Kolberek ê bi navê Mihemed Mihemedî” ku 2 heftî berî niha ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê ve hatibû birîndarkirin, rewşa birînên wî xeda ye û egera seqetbûna yekcarî ya wî heye û malbata wî nikarin xercê çareseriya birînên wî bidin.
Pêka rapora Ajansa Kurdpa”yê, rewşa tendirûstiya kolberek ê bi navê “Mihemed Mihemedî” yê xelkê gundê “Şuşmê” ser bi bajarê Pawê ku li 10ê Banemra 1403 a Rojî digel 8 kolberên din li devera sînoriya bajarê Newsûdê de ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve bi dijwarî birîndar bibû, bi sedema pêrenegihîştina pizîşkî li encama pirsgirêkên malî yên malbata wî, gelek dijwar e û egera qutbûna bendê maziyepişta wî û seqetbûna yekcarî heye.
Hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê de bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast û li nêzîk ve teqe li zêdetir ji 8 kolberan kiribûn û “Mihemed Mihemedî” ku yek ji wan birîndaran e niha bi sedema wan gulleyên saçmeyî ku li pişta wî de mane, renge bi yekcarî seqet bibe.
Pêka rapora Kurdpayê, malbata Mihemd Mihemedî bi sedema destkurtî û bilindbûna xercê çareseriya pizîşkî, nekarine birînên wî kolberî tedawî û çareser bikin.