Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çekdarên nenaskirî, kesekî Belûç li bajarê “Caliq”ê kuştin

11:45 - 12 Gulan 2024

Li bajarê Caliqê de ser bi bajarê Gulşenê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, çekdarên nenaskirî rê ji kesekî Belûç girtin û piştre teqe lêkirin û ew kuştin.

Pêka rapora Kempêyna Çalakvanên Belûç, demijimêrên şevê, Înî 21ê Banemerê, li bajarê “Caliq”ê de ser bi bajarê “Gulşen”ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, çekdarên nenaskirî rêgirî ji derbasbaûna ajotvanekî motorswîklêtê yê bi navê “Nadir Mîrmerdazihî” yê kurê “Dergûş” kirin û piştî sekinandin wî bi gulleyên şer teqe li navbirî kirin û ew kuştine.

Pêka rapora salane ya 2023 a Kempêyna Çalakvanên Belûç, bi gelemper 137 raporên teqe bi xelkê Belûç û herwisa dizên çekdar hatine tomarkirin ku li encam de 150 hevwelatiyên Belûç li wan haletan de hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.

Piraniya kesên ku teqê li xelkê Belûç dikin an bi awayê çekdarane dest bi ser darayîya xelkê de digrin an disizin, kesên ser bi rêjîma Îranê bi taybet spaha pasdaran a trorîst in.

Li roja Çarşemiya derbasbûyî de jî 4 hevwelatiyên Belûç ji aliyê kesên nenaskirî yên ser bi rêjîma Îslamiya Îranê ve hatine terorkirin û hatien kuştin ku yek ji wan li Pakistanê û yek jî stranbêjekî netewî yê xelkê Belûç bû ku bi awayekî honane bi derba çeqûyan bi sing û dilê wî, hatiye kuştin.