Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî din yê Kurd li devera Hewramanê hat girtin

15:15 - 12 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê devera Hewramanê ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî 10’ê Tebaxa 2013’an, kolberekî Kurd bi navê “Behroz Rizayî” temen 16 salî û kurê “Mihemed Hacî” û xelkê gundê “Derekê”a ser bi bajaroka Sewlawa, ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hat destbiser kirin.
Hevwelatiyekî akinciyê wê deverê divê pêwendiyê de bi malpera Kurdistanmedia ragihand, ew kolberene ku 20 kes bûne û yek ji wan hatiye girtin, 19 kolberên din piştî helatin li kemîn “Bose”ya hêzên rejîma Îranê û yek şev kolberî di dema zivirandinê de dîsan ketine nav boseya wan hêzane û tenê karîne 3 barê wan kolberane zewt bikin.
“Ferîd Qadir” kurê “Elî” xwedanê wan 3 barane ye ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine zewt kirin.
Ji aliyek din ve 5 tirombêlên hêzên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Sewlawa rijyane nav gundê “Demeyeu” û serbarî evê mohlet bi wan dabûn, mala du welatiyên vî gundî bi navên “Mesud Êmamî û Mehmûd Îzidî” lêgerînkirin, li nav mala wan de 80 karton cigare zewt kirine.
Kiryarên hêzên rejîm tevî dijkiryar û narizayetiya tund a jinên gundê “Demeyeu” rûderû bûn û di encam de hêzên rejîm jî bi bikar anîna Spray gazî û rundik rêj naraziyên gundê Demeyew dûr xistin.
Her di vê pêwendiyê de, 10 kolberên Kurd ên devera Sewlava ku çend roj berî niha ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîma Îranê ve hatibûne girtin bi alîkariya du kirê girtiyên rejîm bi navên “S . K” kurê Mihemed û “S . M” kurê Nsir hatibû kirin.
“Mela Silêman Mihemediyan kurê Selam, Muimên Ebasî kurê Emîn, Adil Hesenî kurê Ezîz, Selam Qadirnijad kurê Qasim, Eshen Mehmûdî kurê Subhan, Nizar Mehmûdî kurê Cemal, Kariwan kurê Kamil û Bayîzîd” navê 8 kes ji wan 10 kesan e ye.
Hejmarek ji wan 10 kesane bi danîna wesîqe bi awayekî demekî hatine azad kirin.