Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi destdirêjiya gulleyên hêzên rejîm hat kuştin

14:22 - 25 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê devera Urmiyê, bû armanca gulleyên raste rastên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê û her di cih de canê xwe ji dest da.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, kolberekî Kurd bi navê Ebdulbaqî Hesen Abidî kurê Ebdullah xelkê gundê Beresûra devera Deşta Urmiyê, bû armanca gulleyên hêzên rejîma Îslamî ya Îranê û di encam de jiyana xwe ji dest da.
Gulleyên raste rastên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê bi wî kolberê Kurd li berwara 24\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an li cihekê bi navê Bîrkamiyan li nêzîk çiyayê şehîdan a Tirgewer hatiye gorê.
Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia li destpêka meha Xezelwera 1392\'an a Rojî ve haya niha 9 kolberên Kurd li devera sînoriyên Kurdistana Rojhelatê seba teqîna mîn û gulleyên raste rastên hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.