Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê hat birîndarkirin

13:00 - 3 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê devera Urmiyê kete ber destdirêjiya gulleyên hêzên Leşkerî yên rejîma Îranê û di encam de hat birîndarkirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Înê 1’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê bi awayeke raste rast hejmarek ji kolberên Kurd ên devera “Tirgewer”a Urmiyê dane ber gulleyan û di encam de kolberek bi navê “Kerîm Erebî” kurê “Cadir” bi tundî hat birîndarkirin.
Kolberê han yê Kurd xelkê gundê “Enbê”a Tirgewera bajarê Urmiyê seba kûrbûna birînê bo yek ji nexweşxanên bajarê Urmiyê veguhastin.
Rojane kolber û hemwelatiyên Kurd li deverên Kurdistanê û di nav rêyan de dibine armanca gulleyên raste rastên rejîma Îslamî ya Îranê û bi wî sedemê tên kuştin û birîndarkirin.