Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd hat kuştin

21:20 - 26 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê devera Serdeştê li ser sînorên Kurdistanê bi destê Hêzên rejîma Îslamiay Îranê hat kuştin.

Li gor nûçeysa malpera kurdistanmedia, şeva şemî berwar 25’ê Gulan a 2013’an, hejmarek kolber û kasibkar ên Kurd li cihek bi navê “şîlanî” kevtina kemîna hêzên Întizamiyên rejîma Îranê û dane ber guleyan.

Di encama vî destdirêjiyê de kolberek bi navê Zanko kurê Qurban xelkê gundê Qelereş a bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da.

Li gor medeya 7 li yasaya bikaranîna tifeng ji aliyê hêzên çekdar yên rejîma Îslamaiya Îranê dibe ev kesê ku sûçdare an cihê qumanê ye bihê hayîdar bikin û eger cîbicî nebû di qunaxa duyem de guleyên esmanî dihavêjin û eger teslîm nebûn li tengê bo xwarê teqe diket û eger gule havêt dibe li pêyan bide.

Li gor amara tomarkirî li malpera Kurdistanmedia, li meha Banemer a 1392’a rojî, 14 kolber û kasibkar bi guleyên hêzên rejîma Îslamiya Îranê li deverên sînorên Kurdistana Rojhelatê, hatine kuştin û birîndarkirin.

Di koma giştî ya vê rêjeyê 4 kolber bi guleyên hêzên rejîma Tehranê hetine kuştin û 10 kes jî hetine birîndarkirin.