Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

17:16 - 19 Çirriya pêşîn 2021

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, di heyama çend rojên derbasbûyî de, kolberek bi navê “Hamid Feqîhî”, bi sedema vê ku li ser sînorê Newsûdê ji bilindahiyê ve berbûn, bi awayekî dijwar hate birîndarbûn.

“Kurdpa”yê daye zanîn, ew kolbere di dema kolberiyê de tûşî wê bûyerê bûye û serê wî bi awayekî dijwar birîndar bûye.

“Hamid Feqîhî”, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 22`ê Rezberê, kolberek bi navê “Jiyan Elîpûr”, xelkê gundê “Bêjwê” ê ser bi bajarê Serdeştê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, canê xwe ji dest da.