Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd xelkê devera Urmiyê bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hat birîndarkirin

19:09 - 28 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd bi navê “Mihemed Emîn” xelkê devera Mirgewera bajarê Urmiyê, bi gulleyên hêzên rejîma Îslamiya Îranê hat birîndarkirin.


Malpera “Kurdpa” bilav kir, Mihemed Emîn kurê Sofî Selîm temen 43 salî û xelkê gundê “Halic”a ser bi devera Mirgewera Urmiyê, li ser xala sînoriya Urmiyê, di demekê de ku mêjûlê kolberiyê bû, bû armanca teqeyên hêzên rejîma Îranê û di encam de bi tundî hat birîndarikirin.
Piştî wê bûyerê bo nexweşxana “Xomêynî” li bajarê Urmiyê veguhastin û xistine jêr çavdêriya pizişkan de.
Li gor amara hatî tomarkirina li malpera “Kurdistanmedia”, di 6 heyvên yekema sala 1392’an a Rojî de, target=_blank>26 kolberên Kurd bi gulleyên hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê hatine kuştin û target=_blank>35 kolberên din jî bi xirabî hatine birîndarkirin.