Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kom kirina mahwareyan li Kurdistana Rojhelatê dom dike

15:58 - 11 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamiyên rejîma Îranê li taxên bajarê Merîwanê dest bi ser hejmarek mahwareyên hevwelatiyan girt.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja çarşemî 10’ê Nîsan a 2013’an, hêzên Întizamê li taxên “Terxan Ava û Kureyî Musewî” a bajaê Merîwanê çûne ser banê malan dîş û mahwareyên hevwelatiyan li gel xwe birine.

Ev hêzane gelek caran bê evê ku îzinê ji xwediyên malê wergirin an muhletekê bi wan bê dan diçine ser banê malê wan û serbarî bêrêzî kirin dîş û mahwareyan kom dikin.

Pêşnûma kom kirina mahwaran di demekê de ye ku li welatên din de mahwarê pişkek ji xizmetkirina hikumetane bo hevwelatiyen tê hejmar kirin.

Di vê pêywendiyê de heyamek berî niha Ehmed Riza Radan cêgirê hêzên Întizamiyên rejîma Îranê, ragehand, “kanalên mahwarê” bîr û hizra xelkê diguherîne.

Her a niha li Îranê xelkeke zor mefah li mahwarê werdigirin û li gor amarê nafermî, li seda 74’ê xelkê tenê li Tehranê xwediyên mahwarê ne.