Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komarîxwaz: Em nahêlin tehrîm bêne rakirin/ Hesen Rûhanî: Emê meyandina ji %90 a Uraniyomê destpê bikin

12:32 - 16 Nîsan 2021

Senatorê Komarîxwaz ê Amerîkayê, Bîl Hagirtî, roja Pêncşemî 26`ê Xakelêweyê, li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsî: Terha wî ya bo pêşîgirtin ji rakirina tehrîmên Îranê, bi 34 kesan qasa hewce bi dest aniye”.

Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî jî, gefa meyandina ji %90 a Uraniyomê xwar û daye zanîn ku “tenê rêya lihevhatina Amerîka û Ewropa digel Îranê, zivirîna wan bi biryarnameya 2231 û rêkkevtina Etomî ye.”

Ji aliyek din ve jî “Anthony Blinken” Wezîrê Derve yê Amerîkayê derheq destpêkirina meyandina ji %60 a Uraniyoma Îranê got, ew meseleye ji aliyê Amerîkayê ve bi micidî tî şopandin.

Birîtaniya, Alman û Feransa jî, derheq meyandina ji %60 a Uraniyoma Îranê nigeraniya xwe nîşan dane.

Ji aliyek din ve jî, Mihemedcewd Zerîf Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, li ser hesaba xwe ya “Twitter”ê, dewleta “Joe Biden” bi domkerê siyasetên “Donald Trump” daye zanîn.

Derheq civîna Bercamê jî, Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsî: “Danûstaninkarên Ewropayî di civînan de hin caran wisa didine zanîn ku maf bi Îranê ye, lê di hember biryardanê de peyrewê Amerîkayê ne û wan ti serbixweyiyek nîne.”

Bi wî awayî tev hewla rejîma Îranê ev e, ku rêkkevtina Bercamê bi direngî bixin da ku bombeya xwe ya Etomî dawî pê bînin, û Îsraîl jî, vê yekê metirsiyeke mezin li ser ewlehiya xwe dizane û her dema ku his bi metirsiyê bike, binkeyên Etomî yên rejîmê dike armanc.

Her di vê derheqê de, roja Yekşemî 22ê Xakelêwe, binkeya damezraveya navkî ya Netenzê ya rejîma Îranê[ teqiya û ev teqîne ji aliyê Îsraîlê ve hatibû encamdan.