
Navenda Siyasî ya PDKÎ digel Desteya Kargêrî ya PDKÎ kombûneke hevpar lidar xistin ku di wê kombûnê de bas ji rewşa Kurdistan û PDKÎyê hate kirin; Herwisa di wî warî de bas ji arkên siyasî, rêkxistinî û bernameya hewcehiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” û rêkxistina xebata xelkê û tekoşînên organîzasiyona PDKÎyê hatene kirin.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya li derheq kombûna hevpar a Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî
Welatiyên hêja!
Xelkê xebatkare Kurdistanê!
Roja Pêncşemî, 21ê Gelawêjê sala 1400a Rojî, kombûn bi xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqije şehêdan û vebîranîna yada wan şehîdên Kurd û Kurdistanê, kombûna hevpar a Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî dest pêkir.
Di destpêka kombûnê de, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” destûra karê kombûnê anî berbas û piştî pesednkirina vê ji aliyê kombûnê ve, di yekem qonaxê de raporeke siyasî ji aliyê “Misrtefa Hicrî” ve hate pêkêşkirin.
Di wê raporê de, Mistefa Hicrî bas li ser rewşa Îranê ya berî diyarîkirina “Îbrahîm Reîsî” wekî Serkomarê rejîma Îranê kir ku di wê rewşa siyasî, aborî, civakî, tendirustiyên Îranê û herwisa rewşa deverê ku bûne sedema afirandina rewşeke wiha ku encam û berdewamiya siyasetên “Wilayeta Feqîh” bûne, hatine baskirin.
Rapora Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” a bi navê “Reîsî mîratgirê dewleta Rûhanî ye” hate pêşkêşkirin ku îşare bi rewşa kirîza aborî û perîşaniya siyasî û rewşa tejî serkut, kuştin, tedaxul û geşedan bi terorîzmê kir ku rejîma Îranê û dever, ber bi kirîzên bêçareser ve birine.
Komara Îslamiya Îranê piştî lihevhatina Bercamê dahatên xwe bi tenê xercê Spaha Pasdaran û girûpên reorîstî kir, bi hilweşandina Bercamê, ew çavkaniya dahatê jî nema û dorpêçên aborî bûne sedema kawiltirbûna rewşa aborîya rejîmê. Ev di halekê de ye ku belavbûna vîrûsa Koronayê zêdetir bêserûberî û siyasetên li dijî mirovahiyên rejîmê eşkere kirin, bêçaretî û nezaniya rejîmê li hemberderketin li dijî Koronayê, civaka Îranê bi tevahî rastî bêhêvîtiyê kiriye, ji aliyeke din ve, rewşa xelkê Îranê gihîştiye bi qonaxekê ku di xwenîşandanên salên 1396an û 1298an de, tirsa xelkê ji rejîmê kêmtir bûye ku di xwenîşandanên “El-Ehwazê” de bi tevahî tirsa wan şikest û di wê qonaxê de bi wê piştevaniya berfire û kêm mînak ku netewên din ên Îranê û bi taybet xelkê Tehranê ji aliyekê û menca piştevanîkirina welatên din ku Amerîka yek ji wan welatane bû ji aliyê din ve û herwisa navendên mafê mirovî, asta xebata xelkê ji qonaxekê bi qonaxeke servetir bir.
Di berdewamiya wê raporê de îşare bi vê yekê hatiye kirin ku rejîm bi tenê pişt bi hêzên ewlehiya xwe girêdaye û bi diyarîkirina “Îbrahîm Reîsî” wekî Serkomar û her wisa kabîneya wî, daye xuya ku rejîm zêdetir desthilatê qurix û yekdest dike, di hember de jî xelk geşeyeke zêdetir bi xebata xwe dide bi taybet di kempênên berfireh ên seranserî bo baykotkirina şanoya hilbijartinên wê dawiyê ya Serkomar û şêwrayan de bi rohnî xwe nîşanda.
Di berdewamiya wê raorê de, “Mistefa Hicrî” rewşa deverî û navnetewî şirove kir, di naveroka wê şirovekirinê de bas ji wan rengehiyan kir ku rejîma Îslamiya Îranê çawa bi hewldanên bê encam pêngavan hildigre û xebata xelkê ber bî çi ast û rewşekê ve diçe.
Di berdewamiya wê raporê de hatiye ku li hember wan kirîzan de ku liserhev kom bûne, kilîda çareserkirina wan kirîzan a Serkomarê nû her wekî di rêûresma sondxwarinê de gotibû: “rêrevîkirin ji nirxan e ku armanca wî Îmam Xamineyî ye” bû, herwisa gotiye erkî wî, parastina mîratê şoreşê ye, ji niha ve rohn e ku ew kirîzane di rewşa dijwartirbûnê de ne û bi wê kilîdê nayêne çareserkirin û di encam de Serkomariya “Reîsî” û kabîneya wî ji hemû warî ve dê trajîktir ji serdema Serkomariya “Hesen Rûhanî” be.
Di wan rengehiyan de bas ji rewşa Kurdistan û Partiya Demokrat hate kirin û di wî warî de erkê siyasî, rêkxirawî û bernameyên hewce bo “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” û rêkxistina xebata xelkê û têkoşana organîzasiyona Hizbê hatine berbas.
Piştî bi dawîhatina raporê, beşdarbûyên kombûnê bi hûrdekarî li ser raporê û şirovekirina rewşê gotinên xwe pêşkêş kirin û rapor dewlemendtir kirin û biryara hewce bo Organên Hizbê hatine dan.
Di qonaxeke din ya wê kombûna hevpar de, pêşkêşkirina raporê bû ku ji aliyê berpirsê heyeta gotebîj bo yekgirtina her 2 aliyên Demokratê hate pêşkêşkirin û di wê raporê de encamên dawî ên kombûn û lihevkirinan hatine gotin û kombûn tevî erêkirina raporê û karên heyeta pêwendîdar, pêdegirî li ser berdewamkirina wan gotebêjan bi armanca lezgînkirina gihîştin bi encamê kir û herwisa pêdegirî li ser berdewamiya karê heyetê bo lihevkirin li ser xalên din ên wê lihevhatinê kiriye.
Di qonaxa dawî ya kombûnê de, bas li ser kar û pêngavên Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin ku tevî pêdegirî li ser karên hevpar ên hêzan û bihêztirkirina Navenda Hevkariyê, rênimûniyên hewce bo berdewamiya kar û bernamêyên Navenda Hevkariyê, bi heyeta nûneratiya PDKÎ di vê navendê de hatine dan.
Kombûn piştî bas li ser qonax û bernameyên karî, tevî biryardan li ser bernameyên amade dawî bi karê xwe anî.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
nivîsîngeha Kargêrî
23ê Gelwêja 1400 a Rojî