Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnek siyasî-teşkîlatî bo Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi rê ve çû

17:09 - 28 Adar 2022

Roja Yekşemî rêkevta 7`ê Xakelêwe ya 1401`an a Rojî, kombûnek berfireh a siyasî-teşkîlatî bo beşek ji pêşmergên Hêza Pêşmergê Kurdistanê û bi beşdariya çendîn kes ji endamên rêberayetî û berpirsên leşkerî yên Hêza Pêşmerge, ji aliyê “Mistefa Hicrî” Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ ve bi rê ve çû.

Ev kombûne bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û sekînandina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Paşê rêzdar “Mistefa Hicrî” behsek pêşkêş kir û di mijara xwe de îşareyek bi rewşa siyasî ya navçeyê û cîhanê bi giştî û nemaze rewşa siyasî û aborî ya Îran û Kurdistanê kir.

Navbirî di axavtinên xwe de îşare bi vê kir ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê her ji destpêka hatina ser kar ve bi sedema siyaseteke şaş ku girtiye pêşiya xwe, hem xwe tûşê krîzên cur bi cur kiriye û hem xelk û aliyên din bi krîzên xwe ve mijûl kiriye.

“Hicrî” di axavtinên xwe behsa vê yekê jî kir ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê ber bi herifînê ve diçe ku eva jî bo vê dizavire ku rejîm bi krîzên xwe ve dixendiqe û wisa kiriye ku rewatiya wê bo nizimtirîn astê xwe dakeve.

Di beşek din a axavtinên Lêpirsiyarê Giştî yê Hizbê de îşar bi vê hatiye kirin ku rejîma Îranê gihîştiye cihekê ku heta bêbawerî bi rejîm ne tenê di nav Hizbên dijber ên wê de, belkî bo nav berpirsên hikûmetî de jî şorr bûye ku ev rêya zêdetirbûna gendeliyan xweştir dike.

Navbirî li derheq pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê behsa vê yekê kir, bi xweşî ve asta têgihîştin û hişyarbûna xelkê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gelek bilind bi beravird digel cihên din e ku beşek ji wan xalên pozetîv bo rola xebata Hizbên Kurdistanê û wê dawiyê jî bo Rasana Rojhilatê dizavire ku di siloganên wan de behsa çêkirina hêza bandordar tê kirin.

“Mistefa Hicrî” di beşa dawiya axavtinên xwe de behsa erkên endamên Hizbê kir û ragihand ku divê tak bi takê endamên Hizbê bi hişyarî ve pêngavan biavêjin û biaxivin û bi hev re bi rastbînî û reftarên rêk û pêk hewilê bo bihêzkirina Hizba xwe bidin.

Beşa dawî ya kombûnê pêk hatibû ji nerîn û pirsiyarkirina beşdarbûyan ku ji aliyê berêveberê kombûnê ve hate bersivdan.