Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizatiyê li hember parlemana welatê Norwêjê li dijî êrîşên rejîma Îranê bi rê ve çû

12:54 - 19 Îlon 2021

Roja Înê rêkevta 17`ê Îlona 2021`an, demjimêr 2`ê piştî nîvro xwenîşandan û kombûnên nerizatiyê bo şermezarkirina rejîma Komara Îslamî ya Îranê, li hember parlemana Norwêjê li bajarê “Oslo” ji aliyê Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê ve hate lidarxistin.

Rêûresim bi sirûda netewî ya “ Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre ji aliyê rêzdar “ Îbrahîm Konepoşî, Befrîn Rostemî û Alan Xas” ve bi herdu zimanên Kurdî û Norwêjî bixêrhatina beşdarbûyan hate kirin û çendîn siloganên Kurdî, Norwêjî û Farsî bo piştevanî li Hizbên Rojhilatê Kudistanê bi dijî rejîma Komara Îslamiya Îranê ji aliyê birêveberan û beşdarên xwenîşandanê ve hatine gotin.

Piştre peyama Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îran bi Kurdî ji aliyê “Xusrew Qadirî” û bi Norwêjî ji aliyê “Mujde Çawşînî” ve hatine xwendin.

Li peyama Navenda Hevkarî de hatibû “xuya ye ku eva yekem car nîne ku Komara Îslamiya Îranê bi binpêkirina yasaya sînor û binpêkirina serweriya welatên cîran, gef li can, mal û milkê xelkê medenî dixwe û alozî di deverê de diafirîne, ew rejîma bi afirandina karesat û kuştin û teror û tawan bi dijî mirovahiyê xwe neparastiye û nasnameya xwe digel krîz û nearamiyê girê daye.

Jiber hindê vê carê jî bi mifahwergirtin li rewşa siyasî ya deverê û helwêstnegirtina civaka navdewletî li hember tawan û destdirêjiyên wê, wisa dizane ku bi êrîş û gefên xwe bo ser xelkê medenî û êrîş bo ser mal û halê penaberên siyasî, dikare bandorê li ser îradeya siyasî a neteweya Kurd û rêkxiravên xebatkar ên din danê û bi bigihe bio armancên xwe yên gemar”.

Di dawiyê de peyama Navenda Hevkarî tevî şermezarkirina wan gef û êrîşên rejîma Îranê, daxwaz li bîrûraya giştî a xelkê Kurdsitan, azadîxiwaz, hêz û aliyên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, hikumeta Herêma Kurdistan û Îraqê û civatgeha navdewletî kiriye ku bo zêdexwaziyên wê rejîmê bê bersiv nemînin û li hember kiryarên çewt ên rejîma Îranê bisekinin.

Cihê baskirinê ye ku ew kombûn bi çendîn sirûdên şoreşgerî ji aliyê hunermend “Şêrko Merîwanî” û silogan bi zimanê Norwêjî, Farsî û Kurdî piştî du demjimêran bi dawî hat.