Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezintirîn balyozxaneya Amerîka li cîhanê, li bajarê Hewlêrê de hate vekirin

10:15 - 4 Kanûna pêşîn 2025

Roja Çarşemî 3ê Kanûna Pêşîn, mezintirîn balyozxaneya Amerîka li cîhanê, li bajarê Hewlêrê de bi amadebûna “Maykêl Rîgas” ê cihgirê Wezîrê Derve yê Amerêkayê “Nêçîrwan Barzanî”, Serokê Herêma Kurdistanê, “Mesrûr Barzanî” Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û “Qubad Talibanî” Cihgirê Serokwezîrê Herêm, bi fermî hate vekirin.

Avakirina vê balyozxaneyê ku pêka raporan derdora 800 milyon Dolar xerc hebûye, nîşaneyek ji girîngiya startejîk a Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê li karûbarên deverî û aramiya siyasiya Îraqê tê hisêb.

Li vê derheqê de Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Kurditanê li rêûresma vekirina vê balyozxaneya Amerîkayê de got: Vekirîna balyozxaneya nû ya Amerîka li bajarê Hewlêrê, nîşaneya pêwendiya bihêz a li navbera Amerîka û xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Herwisa navbirî ragihand ku piştevanî li siyasetên Donald Trump bo dabînkirina aşîtî ya bi rêya bihêzbûn û giringîdan bi bazirganiyê, di cihê şer û dijheviyan dikin.