“Ebulfezil Roxenî Gulpayêganî”, serokê Komîsiyona Pîşe ya Odeya Bazirganiya Îranê ragihand ku 20 milyon Dolar bi girûpeke nenaskirî ku nasnameya wan xuya nîne, bo kirîna kaxezê û hawirdekirin bo Îranê hatiye dan, lê heta niha ne ti kaxezek hatiye hawirdekirin û qerdera wî 20 milyon Dolarî jî bi nerohnî maye.
Navbirî ragihand ku li wan salên dawiyê de çendîn mînakên wiha çêbûne û aboriyek nerohn li Îranê de heye ku bi kes an aliyên nenaskirî bi milyonan Dolar hatine dan ku bi ti awayek xuya nîne ev kî ne an nasnameya wan çiye û dirafê ku vergirtine, li çi cihekê d xerc kirine.
Gendeliya malî û dizîn û talankirina dahata û serweta xelkê Îranê bi taybet ên ji aliyê berpirs û navendên ewlehî û kesên pêspartiyên rêjîmê, li Îranê de têne perdepoşkirin.