Malnişînkiriyên Muxabirata Îranê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bo nîşandana nerizayetiyê Kombûnên nerizayetî lidar xistin û herwisa çendîn kombûnên cuda jî bi rê ve çûne.
Roja Sêşemî 8ê Adarê, Malnişînkiriyên Muxabiratê li derheq xirabiya rewşa jiyan û kêmkirina mûçeyên wan û herwisa hevsengnebûna wê digel bilindbûna nixan, li çendîn bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetî li dar xistin.
Kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyên Muxabiratê li parêzgehên “Urmiye, Kirmaşan, Îlam”ê û herwisa bajarên Tewrêz, Qum, Erdebêl, Mazenderan, Tehran, Şîraz, Meşhed, Şehrê Kurd, Zencan, Erak û çendîn bajarên din bi rê ve çûn û wan xwenîşanderan ragihandine ku li ser daxwazên xwe micid in.
Herwisa kombûna nerizayetî ya kedkarên bendava Kuwar, kombûna nerizayetî ya personelên fermî û girêbestiyên bajarvaniya Ehwazê, kombûna nerizayetiya malnişînkirinên “Homa” li ber deriyê meclîsa rejîmê li bajarê Tehranê, kombûna nerizayetiya xwendkarên zanista pizîşkî li derheq nedana mûçeyên 11 meh karkirina wan li zanîngeha zanistên pizîşkiya Îranê û herwisa nerizayetiya kedkarên kompaniya berhemanîn a vizegeha bendava bajarê Endîmişkê li Xuzistanê bi rê ve çûn.