
Di dirêjiya nerizayetiya qatên cuda cudaye xelkê Îranê, li hember zulm û dîktatoriya rejîma îranê de, di zaf bajar û deverên welat de berdewamin û rejîm jî cehdê dike bi direvan û xapandinê xelkê nerazî bê deng bike û nehêle nerizayetî bibe seranserî.
Her di vê derheqê de hate ragihandin ku roja 27 ê Hezîranê sedan kirêkaran ku piraniya wan li ser Sedê Şifarûdê dişixulin, li parêzgeha Gîlanê bi nîşana nerizayetiyê li hember nedana heqdestê xwe, dest kirne bi kom bûna nerizayetiyê.
Kirêkarê Gîlanî dibêjin ku di payîza sala derbasbûyî ve heya niha hiqûq û heqdestê xwe newergirtine.
Rejîma gendel û dîktatore îranê hemî jiyana xelkê û bi taybet herêmên Netewên bê maf pişt guhê xwe ve havêtine û di hinek bajarên parêzgehên Sîstan û belûçistnê û Xûzistanê karesat bi rêveye, xelk ji ber nebûna Avê tûşî pirskirêkên mezin bûne.
Her di vê derheqêde, roja Şemiyê 27 ê Hezîranê xelkê Om Temir li navbera Ehwaz û Xoremşehrê de , bi hegera nebûna Ava vexwarinê dest kirne bi kombûna nerizayetiyê.