
Li zaf bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, qatên cuda ji xelkê bi kombûn û nîşandana nerizayetiya xwe bona bidestveanîna mafên xwe, bêzariya xwe nîşan dan.
Roja Yêkşemiyê 14ê Şibatê, sedan kes ji malnişînên bajarê Sinê hevdem digel nerizayetiya malnişînên seranserî yên Îranê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza mafê xwe kirin ku rejîmê bi temamî ew jî, her wekî aliyên din yên civatgehê piştguh xistine.
Malnişînên bajarê Sinê ber deriyê Saziya dabînkirina Civakî kom bûn û li ser rewşa xirab a jiyana xwe, nedana miaş û zemana zêrevaniya pizişkî û derman, nerizayetî dane kivşê.
Hevdem digel nerizayetî û kombûna malnişînên bajarê Sinê, di piraniya parêzgeh û bajarên Îranê de jî malnişînan kombûnên nerizayetiyê lidar xistibûn, bo minak em dikarin amajê bi kombûna nerizayetiya malnişînên îdara Balafirvaniya Îranê di Tehranê û malnişînên Tewrêz, Meşhed, û zaf cihên dinê bikin.
Di rewşa xirab a aborî û giraniya bazarê û kêmiya miaş û nebûna kar bona peydakirina bijîva jiyana rojane, rejîm jî bi çendîn mehan carekê miaşê malnişînan dide, wê yekê jî jiyana wan dijwar kiriye.