Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komek ji xwêndkarên zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê di nameyekê de piştewanî ji “Zara Mihemedî” kirin

13:39 - 4 Tebax 2020

Komek ji xwêndkarên zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nameyekê de, piştewaniya xwe ji mamostaya zimanê Kurdî, “Zara Mihemedî” nîşandan û sepandina 10 sal hepsê li ser wê çalaka Kurd, şermezar kirin

Di parek ji wê nameyê de hatiye: “em hewce dibînin ku piştewania xwe ji ked û têkoşana wê mamostaya fîdakar bidine xuyakirin û bi hizra me, ew cezaya giran, mînakek din ji siyasetên fetisandina zimane ku, bi armanca jinavbirin û lawazkirina zimanê netewên din di Îranê deye.

Herwekî em agehdarin, endama Rêkxistina “Nûjîn” û mamostaya zimanê Kurdî di bajarê Sine û gundên derdora wî bajarî,“Zara Mihemedî”, ji aliyê dadgeha bajarê Sineyê ve,bi tawana hînkarî ya zimanê Kurdî û gehandina alîkarî bo xelkê lêqewimiyên Luristan ê, cezaya 10 sal hepsê li serde sepandine.

Di pareke dinêye nama xwandikarên Kurd de hatiye: Ji wê demê ve ku, dewleta nawendî bona girêdana netewên din bi desthilata xwe û wefadarkirina wan bo desthilata nawendî, zimanê farsî kirine emrazê wê girêdanê, di wê piroseya dîrokî de, zimanê Kurdî kevte ber êrîşa tundûtîjiyên gotara siyaset a “ Tek ziman-Tek Netew”, durxistin û alozîxistin û tîkdana û tevlîkirina zimanê Kurdî û Farsî bona asmîlekirina zimanê Kurdî, yek ji armancên wê siyasetê ye, lewma sûçê “Zara”yê dibe ji aliyê rejîmê ve bi wî çavî ve bêne dîtin.