Di daxuyaniya girûpa 11 pisporan ku ji wan “Cawîd Rehman”, Raportorê Taybet ê Mafê Mirovî li Îranê pêk tê, wiha hatiye gotin: “Em ji zêdebûna binçavkirina mamosteyan, çalakvanên kedkarî û çalakvanên mafê mirovî û çalakvanên din yên medenî di Îranê de nigeran in.”
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku tepeserkirina xwenîşanderan li Îranê di halekê de ye ku welat di rewşeke gelek xirab a aborî de ye, û heta berpirsên rejîma Îranê bi xwe jî ew yeka îtiraf kirine.
Piştî kombûna seranserî ya mamosteyan ya çend hefteyên derbasbûyî di Îranê de, rejîmê dest avêtiye bi girtin û lêpêçîna mamosteyan û heta niha hejmarek zêde ji wan di girtîgehên rejîmê de ne.