![](/weney-mallperr/4072.jpg)
Kurdistanmedia: Komeleya Çira ya bajarê Amedê bi hilkevta salroja karesata Helbçê daxuyaniyek bilav kir.
Nusxeyek ji vê daxuyaniyê ku jibo malpera Kurdistanmedia hatiye şandin,wek xwe bilav dikin:
JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENİYÊ RE
Em Jenosîda HELEPÇEyê nedin jibîrkirin
Yek ji neyarên kurdan Sedam Huseyîn; berî 25 salan, wek perçeyekî jenosîda Enfalê, bombeyên kîmyevî bi ser serê gelê kurd de barand.
Di bombebarankirinê de bi hezaran zarok, jin, pîr û ciwan ên niştecihên Helepçeyê hatin qetilkirin.
Tê zanîn ku tevgera azadîxwaz a gelê kurd, li Başûrê Kurdistanê hertim zîndî û gur bû. Li vî perçeyê welêt gelê kurd, serê xwe li ber nîrê koletiyê netewand û têkoşîneke mezin da.
Gelê kurd, li seranserê Başûrê Kurdistanê mil da tevgera azadîxwaz û desthilatdariya BAAS a xwînrêj jî tehemulî vê yekê nekir.
BAASiyan, di 16ê Adara 1988an de êrîşeke hovane û xedar birin ser niştecihên sivîl ên Helepçeyê û li himberî wan bombeyên kîmyevî bi kar anîn.
Di serî de dewletên rojava yên li herêmê xwedî bandor bûn û civaka navneteweyî li himber vê jenosîdê bêdeng man. Ji ber ku wan çekên kîmyevî firotibûn BAAsiyan, desthilatdariya BAASiyan a dîktatorî li gor berjewendiyên wan bû û ji ber vê yekê bû ku jenosîdeke li himber gelekî bindest ne xema wan bû.
Di dîroka mirovahiyê de yek ji jenosîda herî mezin Enfal û Helepçe ye û divê berî her kesî kurd vê karesatê jibîrnekin û nedin jibîrkirin. Divê kurd dest bidin hev da ku careke karesatên wek Enfal û Helepçeyê nejîn.
Enfal û Helepçe, du birînên kûr in di giyanên kurdan de.
Komeleya Çandî û Hunerî ya
ÇIRA ya Amedê
Tarîx: 16.03.2013