Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komeleya Kurdistana Îranê: Tîmek ji pêşmergeyên me ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin destbiserkirin

11:46 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 2ê Gelawêjê Partiya Komeleya Kurdistana Îranê, di daxuyaniyekê de, nûçeya destbiserkirina tîmek ji pêşmergeyên wê partiyê li parêzgeha Urmiyê de pejrand.

Di daxuyaniya Partiya Komeleya Kurdistana Îranê de hatiye: “Di heyama rojên derbasbûyî de, di piroseya birêvebirina çalakiyên siyasî û rêkxistinî de, tîmek ji pêşmergeyên Partiya Komeleya Kurdistana Îranê li parêzgeha Urmiyê, bi hin sedeman ku heta niha zanyariyên hewce ji ber dest nînin, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine destibserkirin.”

Wezareta Îtlaata rejîma dagîrker a Îranê roja 22`ê Pûşperê bi belavkirina daxuyaniyekê destbiserkirina girûpek 10 kesî di bakûrê rojavayê Îranê de ragihandibû.