Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komên çete kurdên sivîl qetil dikin, cîhan bêdeng e

21:54 - 1 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Komên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra ku ev 4 roj in bi topên hawanê û çekên giran êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil dikin, heta niha zêdeyî 50 sivîl qetil kirine û 350 kes jî revandin.
Komên çekdar ên ku di êrîşên Rojavayê Kurdistanê de windahiyên mezin didin, li dijî kurdên bajarên Suriyê qirkirinê pêk tînin. Komên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra ku ev 4 roj in bi topên hawanê û çekên giran êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil dikin, heta niha zêdeyî 50 sivîl qetil kirine û 350 kes jî revandin. Hemû rêyên diçin bajarokan û xetên telefonan hatine birîn. Li hemberî van pêkanînên dijmirovahiyê raya giştî ya navnetewî jî hê bêdeng e.
Komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra piştî ku li herêmên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Çelaxa, Tirbespiyê, Serêkaniyê û Til Ebyadê derbe xwarin, bi komên îslamî yên girêdayî wan re li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên giredayî Helebê êrîşî hevwelatiyên kurd dikin.
Li gor ANHA-yê, di êrîşên ku ev 4 rojin bi topên hawanê û çekên giran dom dikin de, komên êrîşkar li dijî welatiyên sivîl hovîtiyê dikin. Ji ber ku komên êrîşkar hemû riyên diçin herêmê girtine û xetên telefonan jî birîn e, agahiyên zelal nayên girtin, lê li gor çavkaniyên Cehpet El-Ekrad komên çete li herêmê dest bi komkujiyan kirine. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyan heta niha li herdu bajarokan nêzî 300 welatiyên sivîl revandine. Herwiha 50 ciwanên ku ji Lubnanê vedigeriyan jî dîsa ji aliyê van koman ve hatine revandin. Hat gotin ku êrîşkar li dijî sivîlan hovîtiyê pêk tînin, îşkenceyê û pêkanînên dijî mirovahiyê li wan dikin.
Hat gotin ku di nava welatiyên hatine revandin de malbatên şervanên Cephet El-Ekrad jî hene û wan dibin fabrîqeya kabloyna a li nêzîkê bajaroka Sifîrê ya Helebê. Herwiha yek ji van malbatan jî malbata şervanê El-Ekrad ê bi navê Hemam e ku di pevçûnên li Til Eran de canê xwe jidest da.
Hate zanîn ku di êrîşan de heta niha zêdeyî 50 kesî hatine qetilkirin û piraniya kesên hatine qetilkirin, malbatên ku dixwazin ji bajarokê koç bikin. Hat diyarkirin ku di nava kesên hatine qetilkirin de dayik, bav, xwîşk û birayên şervanên Cephet El-Ekrad jî hene. Ji kesên hatine qetilkirin ên ku navên wan hatine zanîn ev in:
Yên ji bajaroka Til Eran:

Hamud Haci Arcun, Nuri Arcun, Hüseyin İbrahim Xemis, Ahmet İbrahim Şemo, Abdo Skeyf El Hemsi, Hüseyin Ebu Ceras, Hüseyin Ramadan Hemo, Rekan Skef El Hemsi, Arif Abdo Zada, Mir Hüseyin Hawa, Adıl Ato, Muhammed Ato, Abdurrezak Beşar, Abdulselam Beşar, Abdo Selim, Ali El Humsi ile kardeşi, Hemud Kasap, İbrahim Ahmed Cocki, Rıdvan Kasım Kalo, Ali Arif Hawa
Yên ji bajaroka Til Hasil:

Rıdvan Hamadi Kaso Kalo, Esat Nehsan Ebu Nehır, Hüseyin Cemal Hemdo, Hemam Ahmet Hemam Tarbuş, Hüseyin Cemal Hemdo Tarbuş.
Her wiha hate gotin ku di nava yên hatine qetilkirin de gelek zarok û jin jî hene.
Li aliyê din welatiyên ku ji êrîşan reviyan û li gundên derdorê bicîh bûne jî, di rewşeke xirab de ne. Li gor agahiyan piraniya koçberan di bin konan û nava zeviyên çandî de di bin germa zêde de têkoşîna jiyanê didin. Hat ragehandin ku pirsgirêkên hevwelatiyan ên wek av, xwarin û hwd hene.

40 hezar kurd di metirsiyê de ne

Li bajarokên Kubeysîn, Cerablûs, Minbic, Til Eran, Til Hasil ên girêdayî Helebê û 5 gundên girêdayî wan, piranî kurd lê dijîn. Li Til Hasil û Til Eran, gundên girêdayî wan nêzîka 40 hezar kurd hene. Hat ragehandin ku hemû kurdên li vê herêmê dijîn di bin talukeya êrîş û komkujiyan de ne. Herwiha fikar heye ku êrîş li Minbic, Cerablus, Tel Elem, Kebra, Kefer Zixir û Eraz belav bibin.