Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsiyûna Serbixwe ya Mafê Mirovî ya Efxanistanê, xendiqîna koçberên wî welatî piştrast kir

14:14 - 30 Gulan 2020

Komîsiyûna Serbixwe ya Mafê Mirovî ya Efxanistanê li nûtirîn rapora xwe de, li derheq xendiqîna koçberên Efxanî di navbera sînorê Îran û Efxanistanê de ji aliyên hizên rejîma Îranê ve piştrast kir.

Rêketa 12`ê Banemerê, pêka nûçeyên belavbûyî dabûne zanîn ku, hejmarek ji koçberên Efxanî li ser sînorê Îran û Efxanistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve rastî lêdan û îşkence û xendiqandinê ve hatibûn û ew karesate li pey xwe anîbû.

Komîsiyûna Serbixwe ya Mafê Mirovî ya Efxanistanê, piştî wê bûyerê dast avêtibû bi lêkolînkirinê û li peyketin û komkirina belgên fermî, da ku wê bûyerê bi rohnî eşkere bike.

Di rapora Komîsiyûna Serbixwe ya Mafê Mirovî ya Efxanistanê hatiye ku, nayasayiya koçberan li sînorê welatan mijarek bûye ku pêwendî bi jîngeha mirovî ve hebûye û xelkê Efxanistanê jî bi sedema şerê navxweyî ya welat koçber bûne û di vê derheqê de hejmarek ji koçberên Efxanî bi neçarî bi corek nayasayî li sînor hatûçû kirine û çûne nav axa Îranê, ku rastî reftarên nebaş û dûr ji mirovahiyê yên hêzên leşkerî yên Îranê hatine.

Pêka rapora Komîsiyûna Serbixwe ya Mafê Mirovî ya Efxanistanê, hêzên leşkerî yên binkeya Îbrahîm Xan, dest avêtine bi îşkencekirin û azardana koçberên Efxanî û ew neçar kirine ku ji rûbara “Herîrûd” derbas bibin û bi wê sedemê hejmarek ji koçberên Efxanî xendiqîne.

Herwisa di wê raporê de hatiye ku li destpêkê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê piştî wergirtina nav û nîşanên wan koçberan, reftarên dûr ji mirovahiyê duigel wan kirine û perên wan ji wan standine.
 

Herçiqas berpirsên Efxanî amareke hûr ji hejmara canjidestayên wê bûyerê belav nekiriye, lê pêka çavkaniyan termê 27 hevwelatiyên Efxanî di cihê bûyerê de hatiye dîtin.