Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Cihûyên Amerîkayê bona qedexekina beşdariya Îranê di Olempîkê de kempêynek ava kir

12:02 - 29 Îlon 2020

Komîteya Cihûyên Amerîkayê daye zanîn, ku bona qedexekirina beşdariya Îran di Olempîka 2021 a di welatê Japonê de, kempêynek ava kiriye.

Roja Sêşemî, 29ê Îlonê, Komîteya Cihûyên Amerîkayê, bi nivîsandina nameyek bo Serokê Komîteya Olempîkê,  “Thomas Bach”, rejîma Îranê bi binpêkirina mafê sereke yên werzişvanên Îranê û binpêkirina yasayên Olempêkê tawanbar kiriye.

Di wê nivîsê de îşare bi îşkence û îdamkirina “Nevîd Efkarî, berdewamiya givaşên siyasî û Olî li ser werzişvanên wekî “Kîmiya Elîzade” û neçarkirina wê bo derketin ji Îranê, qedexekirina beşdariya piraniya corên werzîşan bo jin û keçan û çêkirina astengiyan bo wan di corên werzîşên dinê de ku beşdar in û herwisa qedexekirina rikeberiya wezişvanên Îranê digel werzîşvanên Îsraîlî hatiye kirin.

Herwisa Komîteya Cihûyên Amerîkayê dane zanîn ku: “Îzin dan bi Îranê bona beşdarî di Olempîka “Tokiyo”, bi wateya erêkirina binpêkirina mafê mirov ya eşkere û sîstematîk a ji aliyê rejîma Îranê ve ye”.

Çendîn werzîşvanên Kurd ku xwediyê çendîn xelatên navnetewî ne, bi sedema hejariyê, niha di Rojhilatê Kurdistanê de mijûlê kedkarî an kolberiyê ne û yek ji wan wezîşvanan, “Serkewt Ehmedî” ye ku bi hebûna çendîn xelatên netewî û navnetewî niha kolberiyê dike.