Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina dîşên mahwaran li bajarê Merîwanê ji aliym hêzên rejîm domdike

21:45 - 25 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê bi zorî dixwaze bonên taybet û mezheba Îş’e li nav Kurdan de cîgir bike û hevdem mahwarên hevwelatiyên vî bajarî kom dike.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sibêdeta roja sêşemî 25’ê Hezîran a 2013’an, hêzên ser bi pasigaha Xawê, çûne naw du gundên ser bi bexşa Xawmîravaya Merîwanê û dest dane komkirina mahwaran.
Hêzên pasgaha Xawê li gundên Dereweran û Binawçile hejmarekî berçav dîşên mahwarên akinciyên van gundane komkirine û li gel xwe birine.
Heyamê çend rojan berî niha hêzên han bi hinceta komkirina mahwaran çûnûne gundê Dereweran, lê li gel dijkiriyara xelkê rûderû bibûn.
Ji aliyek din ve roja duşemî 24’ê Hezîran a 2013’an de îdareya Îtilatê û Bunyada şehîd rê û resmek rewze xanî seba bîrkirina “Îmam Mehdî” li hola Şeprengê birêve birin û daxwaz ji xelkê kiribûn ku di vê merasimê de beşdar bin.
Hevwelatiyên bajarê Merîwanê li ser vê bawerê ne, pştire ew kare nehatiyekirin û li holên xwe de birêve dibirin û rejîm bi wan karane dixwazin bonên taybet û ola Şî’e bi ser xelkê Kurd de bisepîne.