Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina mahwaran ji aliyê hêzên rejîma dîkdator dom dike

16:48 - 29 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hêzên întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê li bajarm Merîwanê dest bi kom kirina mahwarên hevwelatiyan kiriye û di vê pêywendiyê de hejmarek dîşên mahwaran hetine zewtkirin.

Li gor malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî 28’ê Gulan a 2013’an, hêzên rejîm li taxa “Îstadiyum”a bajarê Merîwanê dest di komkirina dîşên mahwaran kir.

Bi gotina şahîdan, demijmêr 6 ‘ê sibêzû hêzên rejîm dest bi komkirina maharan kirin ku hêşta hevwelatî di nav xewê de bûn.

Ev karê hêzên întizamî bi vê sibêzûyê, tirs û xuf xiste nav dilê welatiyên Kurd.

Çend roj berî niha li gundê “Hûye”a ser bi devera Jawero a sinê jî hejmarek ji mahwarên hemwelatiyan ji aliyê hêzên întizamî ve dest bi ser de hat girtin.

Hêzên întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê bi bêhayîdarkirina xwediyên malan çûne serbanê malê û dest bi komkirina dîşê mahwaran kirine û serbarî êrişkirin li ser akinciyên gundê “Hûye” bi wan ragehandine eger bêt û carek din dîşa mahwaran avabikin, li gel cezayê berbirû dibin.