Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniyên Ewropayî li ser qutkirina pêwendiyên bi rejîma Îranê re rikeberiyê dikin

12:54 - 10 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Digel biryara Trump bona vekişiyana ji Bercamê niha bank û kompaniyên mezin û biçûk li ser qutkirina pêwendiyên xwe bi Îranê re pêşbaziyê dikin.

Şirketên mezin û biçûk ên wekî “Total”, “Siemens”, “Lukoil”, “ General Electric”, “PSA” (Pêjo Sîtroin) û bankên Swîsî, Biljîkî, Hindî û Almanî di çarçoveya tehrîmên Amerîkayê de dixwazin ji Îranê derkevin.

Banka sermayedanîna Ewropayê jî bi awayekî fermî pêşniyara YE ji bo alîkariya bi Îranê re ret kiriye.

Tewahiya van şirketan bi sedeam tirsa ji cezakirinê ji aliyê Amerîka ve amade nînin ku sermayeyên xwe di Îranê de razînin.

Şirketa “Lukoil”: Duyemîn şîrketa mezin ya berhemanîna petrol Rûsiyê ye ku, çalakiyên xwe di Îranê de ragirtine.

“Total”: Şirketa neft û gaza Total ya Fransayê jî ew naxwaze ku êdî di pirojeya Pars a Başûrî de kar bike.

Siemens: Birêvebrê şirketa Almaniya “Siemens”ê “Joe Kaeser” di hevpeyvîna bi tora nûçeyan ya “CNN”ê re ragehand ku ew şîrket piştî biryara Amerîkayê êdî çi rêkkevtineke nû bi Îranê re tunabe.

“PSA” (Pêjo Sîtroin): Vê şirketê jî ragehand ku ewê pêwendiya xwe bi Îranê re ragire.

Şîrketa “Reliance”: Şirketeke Hindî ye ku xwediyê mezintirîn koma parzîngehên Hindê ye, ku biryar da ye kirîna neftê ji Îranê ragire, û ew biryar wisa dixuye ku di meha Octoberê de cîbicî be.   

“Boeing”: Şirkeya “Boeing”ê jî biryar da ku berhemên xwe nefiroşe Îranê.

Şirketa “Ind Istryal”: mezintirîmn şirketa Kureya Başûr ya çêkirina avahiyan e di Îranê de, û yekemîn girêbesta wê bi Îranê re vedigere bo sala 1975`an.  Wê jî biryar da ku girêbstên xwe bi Îranê re hilweşîne.

Şirketa “IndusInd” û “UCO”: Du bankên Hindî ne, ku bi hemû aliyên pêwendîdar ragehandine ku heta 15 Gelawêjê dikarin digel Îranê pêwendiyên ticarî hebin.

Banka biljîkî ya “KBC”: Ewê pêwendiyên xw ên malî bi Îranê re sînordar bikin bi xizmetên mirovdostane.

Şirketên curbicur ên cîhanê dibe ku di heyama diyarîkirî ji aliyêl Trump ve, pêwendiyên xwe digel rejma Îranê qut bikin. Hekî wisa nekin ewê digel cezayên milyard Dolarî ji aliyê Amerîkayê ve berbirû bibin.